Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) -EBNA-Endamên Meclîsa Gel û Meclîsa TAJÊ ya Xanesorê nerazîbûn nişana Iraqê dan ku nêzîkatiya ‘terorê’ li gel şervanên wan dike û gotin: “Iraq dest dide destê dijminên Êzidiyan, DAIŞ’iyên ku zarokên me parçe kirin, dadgeh nake! Lê zarokên me yên parastina ax û gelê xwe dikin, dixwazin dadgeh bikin. Em bang dikin dawî li hevkariya xwe ya bi dijmin re bîne.”
18’ê Adarê li çerxerêya Yermûk ya bajarê Şengalê hêzên Iraqê kemîn avêtibû pêş wesayîteke şervanên YBŞ’ê ku ser li wezîfeyêbûn û gulebaran kiribûn. Paşê jî şervan bi armanca xweparastinê bersiva êrişa hêzên Iraqê dabûn û di encamê de alozî rûdabû. Hêzên Iraqê her 5 şervanên Êzidî girt û li gel hemû nerazîbûnan û sozên ku daye Êzidiyan jî bernade.
Endamên Meclîsa Gel a Xanesorê û Endamên Meclîsa TAJÊ ya Xanesorê têkildarî mijarê ji ajansa me re axivîn û nerazîbûn nişana Iraqê dan ku xwedî li sozên xwe dernakeve.
Endama TAJÊ Cano Şengalî piştgirî da şervanên YBŞ’ê yên ji aliyê Iraqê ve dîl girtî û wiha axivî: “Tevî ku Iraq soz dabû şervanên YBŞ’ê berde jî hîn bernedaye. Em weke civaka Êzidî piştgiriya şervanên xwe û malbatên wan dikin. Em jî banga serbest berdana şervanên xwe li Iraqê dikin. Em qebûl nakin, şervanên ku gelê me ji fermanê rizgarkirine rûberûyê mûameleya ‘terorê’ werin kirin. Li gel hemû nerazîbûn û çalakiyên me jî, hîn Iraq bersivek ne daye.”
‘Em li gel şervanên xwe ne’
Endama Meclîsa TAJÊ ya Xanesorê Nura Şengalî jî dazanîn YBŞ ji zarokên Êzidî pêktê û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Şervanên YBŞ’ê parastina xwe, Şengalê û gelê xwe dikin. DAIŞ bi piştgiriya dewletan hat û Şengalê di fermanê re derbas kir. Gelê me jî li ber vêya rabû û xwe parast. Lê Iraq niha mûameleya ‘terorê’ li van şervanên me dike.”
Sozên xwe pêknayîne
Nura Şengalî di dewama axaftina xwede îşaret bi sozên ku hikûmeta Iraqê daye Êzidiyan û pêknayêne jî dike û dibêje: “Destpêkê got, bila cejna remezanê derbas bibe emê berdin lê bernedan, paşê gotin wê di cejna Çarşema Serê Nîsanê de berdin, wê jî nekirin! Niha jî dibêjin, emê wan dadgehî bikin. Başe çima yên Şengalê di fermanê re derbaskirine dadgehî nake? Hîn jî dayîk, xwişk û zarokên me li bazaran têne firotin. Ji ber ev zarokên me axa xwe diparêzin ji wan re dibêjin, ‘terorîst’. Ji bo tenê ferman neyê serê me li berxwe didin. Eger birastî jî li dijî terorê ne bila biçin ew DAIŞ’iyên goştê zarokên me dane dayîkên wan bigirin. Em bang li Iraqê dikin, bes dest bidin destê dijminan.”
‘Nabe mûameleya ‘terorîst’ li şervanên me bikin’
Hevserokê Meclîsa Gel a Xanesorê Yusif Coan jî nerazîbûn nişana Iraqê da ku mûameleyeke xirap li gel şervanên Êzidî dike û wiha axivî: “Ev çend care hikûmeta Iraqê soz dide şervanên me berde, lê soza xwe bicîh nayêne. Êzidî tiştek şaş nekirine. Hevalên me yên leşkerî erkên xwe pêktînin û bi sûcan re têdikoşin. Em qebûl nakin, ev hêzên me weke terorîst werin wesif kirin. Cara dawiye em bang li Iraqê dikin, ev 5 ciwanên me berdin. Weke gelên Iraqê em dikarin çalaki bikin û nerazîbûn raber bikin. Lê em naxwazin pirsgirêk mezin bibe. Eger pirsgirêk mezin bibe, wê Iraq parçe parçe bibe, ev yek ne başe. Eger Iraq wisa bike, wê Êzidî deng nedin Iraqê.”
Endamê Meclîsa Gel a Xanesorê Mirad Talo jî girtina şervanên YBŞ’ê weke planeke siyasî dest digire û dibêje: “Destpêkê cejna remezanê gotin, paşê ya Çarşema Serê Nîsanê û heya niha jî her carê tiştek dibêjin û şervanên me bernadin. Dema DAIŞ hat, pêşmerge û hêzên Iraqê Şengalê terk kirin, ev zarokên me li ber rabûn û şerkirin. Em hêvî ji Iraqê dikin, hevkarî bi Tirkiyeyê re neke.”
Your Comment